Li Îzmîrê 4 caran erd hejiya
Li Îzmîrê berê sibehê 4 caran erd hejiya.
Li Îzmîrê berê sibehê 4 caran erd hejiya.
Li Îzmîrê berê sibehê bi navenda Karaburun û Seferîhîsarê 4 caran erd hejiya.
Rasatxaneya Qandiliyê ragihand, saet 07.39'an li Deryaya Egeyê bi navenda Karaburun a Îzmirê bi hêza 3.4'an erd hejiya. Piştî vê saet 08.40'î bi navenda navçeya Seferîhîsarê bi hêza 3.5 û saet 09.18'an bi hêza 3.8'an sê caran erd hejiya. Erheja dawî jî bi hêza 4'an saet 11.15'an pêk hat.