Li Îzmîrê 15’ê Tebaxê tê pîrozkirin

Li Îzmîrê 15’ê Tebaxê tê pîrozkirin

Li Îzmîrê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê li sê navçeyan bi şahiyên bi coş destpê kirin.

Bi sedan kes beşdarî şahiya ku ji aliyê rêxistina Konak a BDP’ê ve li Agora Park hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiya ku dirûşmayên “Bijî Pêngava 15’ê Tebaxê”, “Bijî Serok Apo” û  “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin hat destnîşankirin ku 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de rûpelekî nû vekiriye.   

Di pîrozbahiyê de hat diyarkirin ku wê ji qetlîama Rojava re bêdeng nemînin, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Mehdî Aslan axaftinek kir. Aslan got, “Em bi saya Fermandar û rêhevalên wî yên Pêngava 15’ê Tebaxê pêş xistin hatin van rojan. Ya îro bê kirin ev e ku em hîn zêdetir xwedî li têkoşînê derkevin. Ruhê azadiyê yê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re hatiye afirandin hîn zêdetir kûr bikin.”  

Aslan ku di axaftina xwe de bal kişand ser qetlîama li Rojava pêk hat ev xusûs destnîşan kir: “Kesên li Rojava gelê me qetil kirin divê vê ji bîr nekin ku vî gelî bi qetlîamên wiha re qet ji evîna xwe ya ji azadiyê paşde gav neavêtiye. Kurd li her parçeyan yek in û li dijî wan qetlîaman jî wê yek bin.”

Di şahiyê de li ber muzîk û stranên komên muzîkê yên MKM’ê ku govend hatin gerandin xwepêşandana fîşekên hewayî jî asîman rengareng kir. Şahî bi vekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.  

Her wiha li navçeyên Buca û Bornova yên Îzmîrê jî bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bûn.