Li Izmîrê 12 HDP'yî hatin girtin

Li rêxistinên Menemen û Buca yên Izmîrê bi îdîaya ku 'propagandya rêxistinê'' kirine 12 HDP'yî hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP'ê piştî têkçûna hilbijartinê operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Kurdan û dostên wan zêdetir kir.

Vê sibehê polîsên Tirk li navçeyên  Menemen û Bucayê yên Izmîrê bi ser malên HDP'yiyan de girt û gelek kes destgîr kirin. Bi hinceta ku di şahîneta Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de, ku bi çarçoweya kampanyaya ''Ne pêgirbe, azad be'' ya li Parka Aştî û Demokrasiyê ya Menemenê bûbû, ''propagandaya rêxistinê'' kirine 12 kes hatin destgîrkirin.

Dema ku polîsan bi ser malê de girtin gelek cîhanên elektronîk hatin destgîrkirin. Kesên ku hatin destgîkirin birin Midûriyeta Emniyetê.

ÊN KU HATIN DESTGÎRKIRIN

Navê kesên ku hatine destgîrkirin wiha ne: Yusuf Çîl, Guney Demîr, Diyar Demîr, Cereb Çepik, H.K (16), Yîgit Ozdemîr, Gulader Ozçelîk û Fatma Akgul.