Li Îtalyayê konferansa qirkirina jinê
Li Îtalyayê konferansa qirkirina jinê
Li Îtalyayê konferansa qirkirina jinê
Li paytext Romayê dawiya vê hefteyê bi dirûşma 'Di dijî şerê hertimî yê sîstema bavkaniyê, israra di azadiyê de' konferansek tê lidarxistin. Di konferansê de wê mijarên DAIŞ ku weke hêza kujer a kapîtalîzmê tê pênasekirin û rewşa jinên Kurd ên ku weke avakarên modernîteya demokratîk tên dîtin bên nirxandin. Tê xwestin ku ji bo jinê Êzidî yên winda, tevna piştevaniyê bê avakirin.
Yek jê dixwaze Rojhilata Navîn ji kokê wê qut bike û di nava tarîtiyê de bifetisîne, ya din jî ji bo nirxên jê hatine dizîn lê vegerîne şer dike. Em behsa DAIŞ a ku jê re "Moxolên sedsala 21'an" tê gotin û kabûsa wan şervanên YPJ'ê dikin. Dîmenên YPJ'yiyan ronahî, hêviyê nîşanî mirovan dide -ku ti eleqeya vê bi alîgirê nîne-, wêneyên DAIŞ'ê jî, temaşekirina li wan bi xwe, mirovan ditirsîne. Her du jî li heman cihî şer dikin. Daxwazên wan, felsefeya wan a jiyanê, armancên wan li dijî hev in. Bûyerên piştî komkujiya li Şengalê bi serê jinên Êzidî de hatin, gotinên qirkirina jinê û feminicid ên tevgerên jinê behsa wan dikin, yekemcar e ewçend şênber bûn. Jinên Kurd wê vê rewşa şênber, di 11'ê Cotmehê de li paytexta Îtalya Romayê bi konferansekê binirxînin. Û li dijî êrîşên DAIŞ'ê wê weke jin tevna piştevaniyê xurtir bikin. Dirûşma konferansê jî vê yekê ji xwe kurteber dike: Li dijî şerê hertimî yê pergala bavkanî, israra di azadiyê de!
Konferans ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF), Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê UIKI ONLUS û Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk ve tê organîzekirin û di nava komîteya amadekar de gelek jinên Îtalî yên nûnerên komele û saziyên cuda jî hene. Ji konferansa ku wê di 11'ê Cotmehê saet di 09:30 de destpê bike, Casa Internatizonale Delle Donne mêvandarî dike. Saziyên destekdarên konferansê jî Casa Delle Donne ya di heman demê de mêvandar e, Komeleya Senza Confine ya ji bo mafên penaberan dixebite û Navenda Çandê ya Ararat e.
Konferans wê di 11'ê Cotmehê saet di 09:30 de bi axaftina vekirinê destpê bike û Seroka Cassa Delle Donne Francesca Koch wê beşdaran silav dike.