Li Îtalya, Elmanya û Japonya ji bo Kobanê çalakî
Li Îtalya, Elmanya û Japonya ji bo Kobanê çalakî
Li Îtalya, Elmanya û Japonya ji bo Kobanê çalakî
Li Îtalya, Elmanya û Japonya çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê didom in.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalya li Pîazza Duomo ji bo Kobanê çalakiya hat lidarxistin bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di çalakiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û çeteyên DAIŞ hatin naletkirin. Dirûşmayên “Bijî Kobanê”, “Bijî Kurdistan”, “Kobanê ne bêxwediye” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
BÎELEFELD
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê Yekîtiya Hêza Demokratîk li bajarê Bîelefeld ê Elmanya li Jahnplatzê konê agahî danê vekir. Konê agahîkirinê wê heya 18’ê Cotmehê dewam bike.
Weke din bi boneya 9’ê Cotmehê salvegera Komploya Navneteweyî li Bîelefeld sibe saet 18.00’an li ber şaredariyê meşek wê bê lidarxistin.
TOKYO
Li herêma Shîbuya ya Japonya çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî dewam dike. Li Japonya çalakiyên xwedîderketina Kobanê berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya li ber nûnertiya NY ya li herêma Shibuya ya Tokyo di roja duyemîn de ye. Îro di çalakiyê de ji rayedarên NY re peyama KNK û KCD-E hat pêşkêşkirin. Dîsa Kurdistaniyên daxwaza hikûmeta Japonya û NY alîkariya yekser bidin Kurdan kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî çalakiyên şermezarkirinê yên li Bakurê Kurdistanê jî nalet kirin.