BI DÎMEN

Li Îtalya, Belçîka, Hollanda û Yewnanîstan protestoyên 15’ê Sibatê

Li Îtalya Balçîka, Hollanda û Yewnanîstanê komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan hate xwestin.

Bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Îtalya Belîçîka, Hollanda û Yewnanîstanê hate protestokirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hate xwestin, desthilatdariya Erdogan hate hişyarkirin.

BRUKSEL

Çalakiya li paytexta Belçîka Brukselê, di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan û NCDK de li pêşiya Sefaretxaneya Amerîkayê hate lidarxistin. Kurdistaniya di çalakiyê de tim dirûşmên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” û “Terorîst Erdogan” qîr kirin.

Her wiha jinan li pêşiya sefaretxaneyê jî çelekga reş danîn.

HOLLANDA

Li paytexta Hollanda Amsterdam li pêşiya Sefaretxaneyên DYA û ya Tirk a li Mûseûmpleînê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Endamên DEMNED û HDK’ê bi posterên Ocalan ve beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmên şermezarkirina komployê berz kirin. Di tevahiya meşê de tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin û azadiya Ocalan hate xwestin.

ATÎNA

Beşa Meşa Dirêj a 3 rojan ku ji aliyê Meclîsa Gel a Yewnanîstanê ve hate organîzekirin bi dawî bû, çalakiya li paytext Atînayê li Qada Sîntagma a li pêşiya parlementoyê vegeriya mîtîngê. Piştî mîtîngê çalakgeran û Kurdistaniyên ku li qadê kom bûn ber bi sefaretxaneya Tirkiyeyê ve ketin meşê.

Girseya k udi saetên sibehê de ji Peaniya yê dest bi meşê kirin di saet 15:00’an de gihiştin Qada Sîntagmayê. Dema ku girse gihişte qadê Kurdistaniyan bi dirûşman ve ew pêşwazî kir. Çalakgerên ku piranî ji ciwan û jinan pêk dihatin dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Îmraliyê” qîr kirin.

Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Gel Bahattîn Kobanê axivî û wiha got: “Rêbertiya me û şervanên azadiyê xeta me ya aştiyê ne. Em ji vir Erdogan û hevalbendên wan hişyar dikin: Eger demildest tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me neyê rakirin û li maseya muzakereyê neyêvegerîn, şerekî ji niha hê girantir li pêşiya wan e.”

Piştî axaftinan bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi dirûşman ve ber bi sefaretxaneya Tirkiyeyê ve

ÎTALYA

Kurdıstanî û dostên wan ên li paytexta Îtalya Romayê kom bûn, komploya 15’ê Sibatê protesto kirin. Di çalakiyê de belavokên ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dike hatin belavkirin.