Li Îstîklalê mudaxeleya polîsan

Li Îstîklalê mudaxeleya polîsan

Polîsan Parka Gezî ku weke her êvara Şemiyê careke din ji bo gel girtin, mudaxeleyî hemwelatiyên ku li ber Caddeya Îstîklal rawestiyabûn kir.

Polîsên ku Parka Gezî weke her êvara Şemiyê careke din ji bo gel girtin bi mertalan gelê li ber parkê rawestiyabû heta Caddeya Îstîklal kaş kirin û paşê bi ava şid êrîş bir ser koma ku li ber caddeyê radiwestiya.  

Polîsan ku li tevahiya Caddeya Îstîklal bi ava şid êrîşî hemwelatiyan kir, mudaxeleya duyemîn jî li hemberî endamên Cepheya Gel pêk anî. Endamên Cepheya Gel bi armanca  balê bikişînin ser rewşa Berkîn Elvan ê 14 salî û Mustafa Alî Tombul ê 17 salî yê li Odakule di encama êrîşa polîsan de bi bombeya gazê ji serê xwe birîndar bibû û hîn di komayê de xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Polîsan ku di mudaxelekirinê de gaza îsotan û gulleyên plastîk bi kar dianîn koman xwe vekişandin kolanan.    

Aloziya li Taksîmê berdewam dike.