Li Îrlandayê gorekî komiyê ya zarokan hate dîtin
Hat ragihandin ku li Îrlandayê di encama lêkolîna yûrda jinan a kevin de, goreke komî ya zarokan hate dîtin.
Hat ragihandin ku li Îrlandayê di encama lêkolîna yûrda jinan a kevin de, goreke komî ya zarokan hate dîtin.
Di encama xebatên komîsyona lêkolînekê ya 2014’an de li welat hatiye avakirin, li bajarokê Tuamayê agahiya dîtina gelek hestiyên zarokan da.
Di nav kesên ku bi komî hatine veşartin de, hinek fetûs (zaroka 3-4 mehî ku di zikê dayikê de) û hestiyên zarokên 2-3 salî hatine dîtin.
Hat destnîşankirin ku jinên ku derveyê zewacê dûcanî bûne, di navbera salên 1925-1961’an de li Yûrda Stargeha Jinan a Tuamê, ji hêla Dêra Katolîk ve dihat birêvebirin. Di encamê rapora komîsyona lêkolînê ya 2014’an de hatiye weşandin, ji 800 zarokên ku li Tuamê jiyana xwe dest dane tenê çend kes wek fermî hatine definkirin.
Îrlanda bi biryarên hişk ên Katolîk ve tê naskirin. Di salê 1950’an de li gorî salên bihurî mirina rêjeya zarokê derveyî zewacê, 5 qat zêdebûye.