Li Îraqê rexmî boykota Kurdan butçeya 2013 hate erê kirin
Li Îraqê rexmî boykota Kurdan butçeya 2013 hate erê kirin
Li Îraqê rexmî boykota Kurdan butçeya 2013 hate erê kirin
Parlementoya Îraqê li rexmî boykota Kurdan û endamên bloka Îraqiyê butçeya 2013 ya 119,1 milyar dolar hate erê kirin.
Parlementer Elî Şlah yê Partiya Dawa yê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Me hemû madeyên pênûme Qanûnê xistin dengdanê.” Li gorî serwîsa ragihandînê ya parlementoyê butçeya sala 2013’an rakirin 119,1 milyar dolarî. Ev tê wateya ku li gorî sala par 100 milyar hatiye zêdekirin.
Şlah da diyarkirin ku, parlementerên Kurd tevlî deng danê nebûn, her wiha parlementerên Îraqiye ku piraniya wan Sunî ne ji çaran yek di deng danê de amade bûn.
Parlementerên Kurd didin zanîn ku, Bexda sererast pereyên şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê dixebitin nade û bertek nîşandan. Parlementerê Kurd Ala Talebanî ku ji AFP’ê re axivî da diyarkirin ku, “Hikumetê qebûl kir ku 750 milyon dolarî li ser bûtçeya şîrketên biyanî zêde bike, lê belê me dixwazin bibe 4,5 milyon dolar.”
Demek dirêj bû ji ber nelihevkirina butçeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dengdayîna Parlementoyê dihat taloq kirin.
Parlementerên Îraqiyê hikumeta Malikî bi rêveberiya otorîter rexne dikin, heman bertekê parlementerên Kurd jî nîşan didin.