Li Iraqê êrîşên hemwext: 21 mirî

Li Iraqê êrîşên hemwext: 21 mirî

Di rêze teqînên li paytextê Bexda Iraqê rû dan 12 jê polîs 21 kesan jiyana xwe ji dest da, herî kêm 50 kes jî birîndar bûn. Gelek teqîn li nêzî herêmên kesk yên sefaretxane jî lê heyî qewimîn.

Teqîn li Alawiyê rûdan ku Wezareta Karê Navxweyî û gelek saziyên dewletê lê ne. Polîsan ragihand ku, du wesayîtên tejî teqemenî teqiyane. Wesayîtekî tejî teqemenî li nêzî Wezareta Edaletê teqiya, ya din jî li nêzî Wezara Karê Navxweyî teqiya.

Polîsan da diyarkirin ku, êrîşkar ber bi Wezareta Edaletê ve çûne û li vir bi hêzên ewlekariya Iraqê re pevçûne. Hate ragihandin ku, pevçûnê heya demjimêrên nîvro domandiye.