Li Iraqê êrîşa bombeyî: 10 mirî
Li Iraqê êrîşa bombeyî: 10 mirî
Li Iraqê êrîşa bombeyî: 10 mirî
Hate ragihandin ku, di êrîşên bombeyî yên li nêzî paytextê Iraqê Bexdayê de 10 kes mirin, bi dehan jî birîndar bûn.
Êrîş li rawestgehek ya otobusan ya bajarê Garmat Elî yê 18 kîlometreyan dikeve bakûrê Besrayê rû da. Di êrîşa wesayîta tejî teqemenî de 10 kes mirin, bi dehan jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, beriya vê teqînê li rojavayê bajar teqînekê rû da û 2 kes birîndar bûn.
Bajarê Besra ku beravê mezin yê Iraqê ye û piranî Şîî lê jiyan dikin. Kêm caran li bajar êrîşên bombeyî rû didin. Tê texmîn kirin ku, ji ber sedema 10’mîn salvegera dagirkirina Iraqê ya ji aliyê DYA’yê ve ji aliyê oldarên radîkal yên Sunî ve hatibe kirin.
Di van demên dawî de li navend û herêmên rojava yên Iraqê, li gel protestoyên Suniyan yên li dijî hikumeta di bin serokatiya Serokwezîrê Şîî Nûrî Malikî de bûyerên tundiyê jî zêdebûn. Partiyên Sunî Nûrî Malikî birêvebirinekî dîktatorî û pêkutiyan li ser Suniyan dike sûcdar dikin.