Li Iraqê du jê rojnamevan, 49 jê hecî 73 kes mirin
Li Iraqê du jê rojnamevan, 49 jê hecî 73 kes mirin
Li Iraqê du jê rojnamevan, 49 jê hecî 73 kes mirin
Li Iraqê, di bûyerên dijwariyê yên roja Şemiyê de 49 jê hecî, 2 jê rojnamvan herî kêm 73 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa El Azamiyye ya li bakurê Bexdayê, li dijî heciyên çûn tirba Îmamê 9. Mûhammedul Cewad êrîşeke xwekujî rû da û di encamê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan, 75 kes birîndar bûn.
Li Beled a bakurê Bexdayê jî di êrîşeke xwekujî ya li hemberî kafeyekê de 12 kes mirin, 35 kes birîndar bûn. Li hemberî heman kafeyê di meha Tebaxê dema me Remezanê de jî êrîşeke xwekujî rû dabû û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Mûsilê jî, li gorî daxuyaniya televîzyona El Şarkiyya, nûçegîhanê wan Mûhammed Kerîm El Bedranî û kameramanê wan Mûhammed Ganem ji aliyê çekdaran ve hatine qetilkirin.
Wekî din, li Mûkdadiyye ya li bakurrojhilatê Bexdayê jî, di encama teqîna bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin, kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn.
Dîsa li banliyoya nêzî Bexdayê li Baya bombeyek teqiya û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya Iraqê da xuyakirin ku li Beîcî ya li başûrê welêt 5, li herêma Nînova ya li bakur jî 2 çekdar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.
Iraq, tengaviya herî tund a mezhebî ya pênc salên dawî dijî. Tê gotin, ji destpêka meha Cotmehê û vir ve 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji destpêka salê û vir ve 4 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî ku di 1'ê Cotmehê de da, di nava meha Îlonê de di bûyerên dijwariyê yên li Iraqê de 979 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 133 kes jî birîndar bûn. Herêma ku herî zêde di bin bandora êrîşan de ma Bexda bû. Li gorî Neteweyên yekbûyî li herêma paytext Bexdayê 418 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm hezar kes jî birîndar bûn. Li dû Bexdayê, Nînova, Diyala, Selahaddîn û Anbar tên.