Li Îraqê careke din êrîş zêdebûn
Li Îraqê careke din êrîş zêdebûn
Li Îraqê careke din êrîş zêdebûn
Îro li Bexdayê li dijî civaka Şiî êrîşên bombeyî pêkhatin û herî kêm 29 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Adara sala 2003’an ago 10’mîn dagirkirina Îraqê ya ji aliyê DYA’yê ve nêz dibe, di heftiya dawiyê de êrîş careke din zêdebûn. Li tevahiya welat di nava heftiyekê de ji 100’an zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da. Hêzên DYA di Cotmeha 2011’an de ji welat derketibûn.
Di bazara çûkan ya li taxa Kazmiye ku piraniya wê Şiîne ya dikeve bakûrê paytext Bexdayê di nava çend deqîqeyan de du wesayîtên tejî teqemenî teqiyan. Li gorî çavkaniyên ewlekarî û serwîsên tenduristiyê di vê êrîşê de herî kêm 16 mirin, 43 kes jî birîndar bûn. Di roja Înê de ji ber ku betlaneye bazar gelek qelebalixe.
Li bajarê Şomalî yê eyaleta Babîl ku piraniya wê jî Şiîne ya dikeve başûrê Bexdayê bi du wesayîtên tejî teqemenî êrîş pêkhat, di êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 26 kes jî birîndar bûn.
Ev êrîş di demekî ku krîza siyasî kûrbûyî de rû dan. Bi taybet bertekên li hember Serokwezîrê Iraqê yê Şiî Nûrî Malikî zêdebûn. Di xwepêşandanên herêmên Sunî de îstîfaya Malikî tê xwestin.
Ev bertek piştî dawiya meha Cotmehê parazvanên wezîrek yê Sunî hatin girtin zêde bûn. Îtîfaqên Hikumetê jî ji ber ku Malikî hemû raye li gel xwe girtine rexne dikin.