Li Iraqê bûyerên tundiyê bidawî nabin

Li Iraqê bûyerên tundiyê bidawî nabin

Îro di seatên sibehê de li bajarê 65 kêlometra dûrî Baxdayê êrîşekî bi maşîneyekî barkirî ji teqemeniyan pêk hat, di encama êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da, 23 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li başûrê bajêr li çayxaneyekî bi qelebalix de pêk hat û hat zanîn ku piraniya kesên mirîne sifîlin.

Ta niha bûyer tu kesê ne girtiye li ser xwe lê belê tê payîn ku komên Sûnnî bûyer pêkanîbin.

Li milêdin li bakûrê Bexdayê li taxa Veziriyê li 3 cihên ereqê di firoşin êrîş pêk hatin di êrişan de 7 kes  mirin, 4 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên roja yekşemê de pêkhatin bi giştî 39 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Netewên Yekbûyî ji serê salê ta niha li Iraqê 8 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê û tendoristiyê yên AKF’ê jî ji serê salê ve 6 hezar û 300 kasan di bûyeran de jiyana xwe ji destdane.