Li Îranê 12 rojnamevan hatin binçavkirin

Li Îranê 12 rojnamevan hatin binçavkirin

Polîsên Îranê di ser çar rojname û kovareke ku weke reformvan têne dîtin de girtin û 10 rojnamevan binçavkirin. Di nava du rojên dawiyê de hêjmara rojnamevanên hatine binçavkirin giha 12’an.

Li gorî malpera înternetê ya Keleme ya nêzî muxalefetê, polîsên Îranê 27’ê Çileyê di ser rojnameyên Şark, Bihar, Etemad û Armanê, her wiha kovara Aseman de girtin. Hate ragihandin ku, di encama serdegirtinê de herî kêm 10 rojnamevan hatine binçavkirin.

Di nava rojnamevanên roja Yekşemê hatine binçakirin de mîzahvan Pûriya Alamî û Saba Azarpyek ku di mijara nivîsên siyasî de binav û denge jî hene. Têkildarî cihên ku rojnamevan lê dimînin agahî nehate dayîn.

26’ê Çileyê jî midûrê karê nivîsên serwîsa polîtîk ya ajansa nûçeyan ya fermî Îrna yê Mîlad Fedayî û ji midûrên karê nivîsan ya rojnameya Biharê Silêman Mihemed hatin binçavkirin û şandin girtîgeha Evînê.

Berdevkê Wezîrê Edaletê Gulam Huseyîn Muhsenî Eceyî di daxuyaniya 21’ê Çileyê dayî de gotibû; “ Li gorî agahiyên gihane me, mixabin hinek rojnamevan bi Rojavayî û dijberên şoreşê re hevkariyê dikin.”

Ev binçavkirin rastî hilbijartinên Serok komartiyê ku dê di 14’ê Hezîranê de pêkbên hatin. Di sala 2009’an de dema ku Mihemed Ehmedînecad careke din hate hilbijartin rastî protesto kirinên mezin hatibû.

Îran di cîhanê de di nava welatên herî zêde rojnamevan lê hatine girtin û sansûr pêktê de cih digire. Di vê mijarê de rekor di destê Tirkiyeyê de ye. Hêjmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ji kombûna rojnamevanên girtî yên li Îran û Çînê zêdetire.