Li Îdirê ji bo perwerdeya ziman stand hatin danîn
Li Îdirê ji bo perwerdeya ziman stand hatin danîn
Li Îdirê ji bo perwerdeya ziman stand hatin danîn
BDP’a Îdirê bidaxwaza astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayîkê rabin, li navenda bajar standên îmzeyan avakirin.
Rêxistina BDP’a Îdirê bidaxwaza astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayîkê bêne rakirin, li navenda bajar, rawestgehên Halfelî û Aralik, her wiha ser Rêya Bazîdê standên îmzeyan danîn.
Di standên ku roja destpêkê welatiyan eleqeyek mezin nîşan da de, dowîzên “Ji bo zimanê dayîkê tu jî îmzeyekê biavêje” û “Jiyan bê ziman nabe” daliqandin. Hate diyarkirin ku, stand dê heya roja Çarşemê vekirî bin.