Li gorî daxuyaniya rayedaran, di çalakiyên dawiya vê hefteyê de yên protestoyî 230 kes hatin destgîrkirin.
Polîs kesên ku destgîr kirine di serî de qedexeya kombûnê ya ji ber vîrûsa koronayê bi gelek binpêkirina sûcdar dike. Ji çalakgeran 18 jê rakirin nexweşxaneyê.
Ji dîmenên li medya Hong Kongê tê dîtin ku polîsan li taxa Mong Kongê gazên ku çavê mirovan dişewitîne bi kar tînin û şer li herêmê qewimî.
Li gorî Komeleya Rojnamevanan a Hong Kongê li dijî hin rojnamevanan êrişa bi gazê hate kirin û destûr ji wan re nehate dayin ku dîmen bikişînin.
Hong Kong ji Hezîrana 2019'an ve bi bandora kesên dixwazin hurmet ji pîvanên demokratîk re bê nîşandan û dijberên bandora zêde ya Çînê diheje.