Li Hollandayê çalakiya ji bo Dayikên Şemiyê
Li Hollandayê, ji bo destekkirina çalakiya rûniştinê ya Dayikên Şemiyê, li meydana Dam a Amsterdamê çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin.
Li Hollandayê, ji bo destekkirina çalakiya rûniştinê ya Dayikên Şemiyê, li meydana Dam a Amsterdamê çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê "Komîteya Piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re" hate organîzekirin û bi banga VEKSAV, Dem-Ned, HTÎB, HTÎF, ADHK, SKB, HAKB û Saziyên Elewiyan li Dam Pleînê pêk hat. Çalakgeran wêneyên kesên hatin windakirin vekirin û ji bo Dayikên Şemiyê banga piştgiriyê kirin.
Di çalakiyê de li ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û sûcên dewletê yên li dijî mirovahiyê, belavokên bi zimanên Tirkî, Hollandî û Îngilîzî hatin xwendin.
Li qada çalakiyê pankartek ji wêneyên windayan hate daliqandin. Mirovên li derdorê jî bi baldarî çalakî şopandin.