Li Hollandayê çalakiya Hefteya Lehengiyê

Li bajarê Nijmegenê yê Hollandayê, çalakiya Hefteya Lehengiyê hate lidarxistin.

Li bajarê Nijmegenê yê Hollandayê, bi pêşengiya KOMAW’ê çalakiya Hefteya Lehengiyê hate lidarxistin.

Bername piştî xwarinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz hate nîşandan. Di heman demê de qala şehadeta Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuceyê jî hate kirin.

Rûbar Şîno, Ayten Adlim û Sureyya Atasoy helbest xwendin, hevserokên Meclîsa Gel a Herêma Arnhemê Meral Atasoy û Abdulkerîm Atasoy jî li ser girîngiya rojê û pêvajoyê axivîn.

Hevserokê DEM-NED’ê Huseyîn Koca, Hefteya Lehengiyê, pêvajoyên dawîn û referandûma di 16’ê Nîsanê de nirxand.

Dîsa di axaftinên li ser navê DEM-NED û HDK-E/NL’yê de hatin kirin, ji bo piştgiriya li ‘NA’yê bangewazî hate kirin.