Li Holandayê li ser Kurdan zextên sixûrtiyê

Li Holandayê li ser Kurdan zextên sixûrtiyê

Servîsa nepen a Holandayê (AIVD) ji bo bibin sîxûr bi 6 jê jin û 4 jê mêr bi giştî bi 10 Kurdan re hevdîitn pêk anîn. Federasyona Komeleyên Kurd ên Holandayê(FED-KOM) dê derbarê mijarê de civîneke çapemeniyê li dar bixe û agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bike.

Li gorî nûçeya ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Bîrgul Roava, aşkere bû ku piştî li Almanyayê hewldanêm ajankirina ciwanên Kurd bûyereke bi vî rengî li Holandayaê jî qewimî. Rêxistina sîxûrî ya Holandayê AIVD li Arnhemê 2, li Amsterdamê 1 û li Den Haagê 3, li herêmên din jî bi 4 kesan re bi rêya telefonê an jî çûne malên wan hevdîtin pêk anîne û ji wana xwestine ku bibin sîxûr.

Hin kesên ku hevdîtin pêk anîn da zanîn ku ew ji AIVD û hin ên din jî gotin ew ji Wezareta Navxweyî tên û pirsên cûda dipirsin. AIVD xwestiye bi awayeke taybet bi jinan re hevdîtin pêk bînin û wana vexwendine kafeteryayan, lê jinan jî xwestin li navendên polîsan hevdîtin pêk bînin, ev daxwaz nehat qebûlkirin.

Endamên AIVD’êlibajar Arnhemê çûn mala kesekî û jêre gotine: “Ji PKK’ê dûr bikevin. Kengî tiştek çêbibe ji me re bêjin, em ê alîkariya we bikin” û bi vî awayî propagandaya li dijî PKK’ê dikin.

Mexdûreke din jî bal kişand ku pirsên weke “Li çiyê 400 gerîla bên kuştin hûn ê li vir çi bikin”dubare dipirsin û diyar kir ku wan jî bersiva “Wê demê li vir kevir li ser kevir namîne.”

Ajanên Hollandayî li bajarê Delftê, rojê saet di 10.00 de û êvarê jî di 21.00 de çûne mala jineke Kurd û kesên di malê de gotine ew li ser karê xwe ye. Jina kurd diyar kir ku piştre telefonî wê kirine û jê xwestine ku bê kafeteryayekê. Her wiha diyar kir ku ji wê xwestine ku bi wan re bixebite û da zanîn ku ew gelek tirsiyaye, beriya jivana din jî jêre gotine: “Em êdî hevdîtinê bi te re nakin. Tiştên me ji te re gotine te ji kesên din re gotine” û gef lê xwarine.