Li Holandayê ciwanên Kurd di kemîna Selefiyan de ne
Li Holandayê ciwanên Kurd di kemîna Selefiyan de ne
Li Holandayê ciwanên Kurd di kemîna Selefiyan de ne
Li Holandayê Kurd jî dikevin kemîna rêxistin û mizgefetên Ereb ên ku di bin navê “rêwîtiya cîhadê” de. Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê li Holandayê zarokên hin malbatên Kurd ên oldar ên ku li mizgefetê mudawiyê dikirin winda ne.
Berê ciwanan bi rêya ‘Rêya Cîhadê’ li ser xeta Stenbol-Edene û Hatayê didin Sûriyeyê. Li Rojavayê Kurdistanê jî şerê Kurdan dikin û ev yek careke din malbatên Kurd matmayî hişt.
Rêxistinên Wehabî /Selefî yên ku ji aliyê Qeter, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ve tên destekkirin, ji bo şerê li dijî desthilatiya li Sûriyeyê li welatên rojavayê Ewropayê hewl dide ku ji nava şêniya misilmanan şervanan peyda bike. Ev rêxistin baweriya ciwanan îstîsmar dikin û ji bo ‘biheştê’ bîletên wan jî dibirin. Her wiha ciwanên Kurd jî dikevin vê kemînê.
Hin malbatên Kurd ên li Holandayê van rojên borî ji ber peyamên ji zarokên wan hatin matmayî bûn. Ji ber ku malbat ditirsin ku dê zarokên wan li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bên bikaranîn, bê çare mane. Hin malbatan serî li yekîneyên ewlekariyê yên Hollandayê dan û niha di nava bêçaretiyê de li bendê ne.
Hin malbatên ji ber ewlekariya canê xwe û şert û mercên Holanadayê yên ku têde dijîn nexwestin navê xwe aşkere bikin, derbarê kemînên van rêxistinên Ereban de agahî dan. Li gorî agahiyên hatin dain, li Holandayê herî zêde mizgeftên Erebîstana Siûdî û welatên din ên Ereb hene. Rêxistinên li Holandayê bi rêya van mizgeftan bi deman kes rêxistin kirin û li ser Tirkiyeyê re şandin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Di nava vana de çar ciwanên Kurd hene.
Li herêma Soetermeerê Mizgefta Qible di vî warî de xwedî rêxistinbûneke girîng e. Lê xebatên bi vî rengî li bajarên weke Rotterdam û Den Haagê jî tên kirin. Li mizgefeta Qible kesê Fasî yê bi navê Tablî ku di bin navê sohbetên olî de hatiye bangkirin, propagandayê ji kesên tên mizgeftê re dike. Tablî vê propagandayê di bin navê “rêya cîhadê” de dike. Navê ciwanên Kurd ên ku bûne qûrbanên vê yekê: Tûrgay Yaşar û Ahmet Polat ên ji navçeya Kirkpinar a Konyayê, Rêbîn Remedan ê ji Hewlêrê û Serîaz ê ji Silêmaniyê.
Ciwan ji malbatên xwe re dibêjin ew ji bo du rojan diçin îznê an jî ji bo xwendinê dikin Erebîstana Siûdî û bi vî awayî ji malbatên xwe vediqetin. Gava diçin jî peyamên weke “Ez bi navê Xwedê diçim şer, li min fihêl bikin” an jî “Li min negerin heta xwendina min qediya ez ê vegerim Holandayê” ji malbatan re dişînin.
Evane bi taybet li ser bajarên Franfurt, Bruksel, Amesterdam û Dusseldorfê re diçin. Cihê ku digihinê jî Stenbolêe. Piştî ku digirin Stenbolê ji wir jî diçin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Mînak Ahmet Polat û Seriaz ji balafirgeha Dusseldorfê çûne. Kesên ku li Tirkiyeyê pêre dideynin jî navên wan Usama û Îbrahîm in. Ev kesane jimareyên telefonê yên Sûriyeyê bi kar tînin: telefona Usama: 00 96 39 417 XX XXX. Ya Îbrahîm jî: 00 96 395 48 XX XXX.
DEST JÊ BERDA
Ciwanek ku di kêliya dawiyê dest ji vê yekê berda agahî û got: “baweriya me ya bi Xwedê û ola Îslamê bi kar anîn. Di kêliya dawiyê de min bi xwe muhabeseyekê kir û min zanîn ku ev yek ne ji bo Îslamiyê û min dest jê berda. Heta axaftinên bi vî rengî dikin: 'Çarenûsa jixwe di Qûarana Kerîm de hatiye nivîsandin. Hûn leşkerên Îslamê ne. Cîhad ji bendewariyê hez nake. Ger Xwedê fermana çûyina we bide, tişta ku dikeve ser milê we: bê dudilî fermanan bi cih bînin’.Bi vî awayî berê ciwanan didin eniyê û heqê rê jî ji berîka van ciwanan tê dayin."
NEXŞEYA RÊ DI DESTÊ WAN DE NE
Li ser rêbera di destê ciwanan de wiha tê nivîsandin:"Gava hûn gihiştin Stenbolê hûn ê vîze bigirin, ger pasaporta Komara Tirkiyeyê bi were hebe, pêwîstî bi vê yekê nîn e. Ger we tiştên xwe giritn hûn dikarin du tiştan bikin; hûn ê li heman balefirgehê bilêd bibirin û biçin Edeneyê. Rê bi qasî 8 saetan diajo. Hûn bi taksî biçin otagara Esenlerê. Hûn ê piştre biçin Edeneyê û li wir li otelekê bi cih bibin. Roja din jî hûn ê bi otobusê biçin Antakyayê û rêya di navbera Antakya û Edeneyê de jî derdora 2 demjimêran e. Hûn ê li wir li ‘birayên xwe’ (kesên ku divê ciwan xwe bigihînin wan), Îbrahîm û Usama." Ciwan êdî di destê Usama û Îbrahîm de ne. Bi vî awayî êdî ji wir diçin Sûriye û RojavayêKurdistanê.
MALBATÊN KURD BÊ ÇARE NE
Malbatên Kurd dan zanîn ku haya wan ji vê yekê tune bûn. Di carekê de ji holê winda bûne û rastiya reş ji wan re hatiye û piştre çûne li gel polîsên Hollandayî gilî kirine. Malbatan da zanîn ku ew ê biçin mizgeftên ku zarokên wan diçûn û alîkariyê bixwazin. Tişta ku herî zêde malbatên Kurd diêşîne ew e ku ciwan diçin şerê Kurdan dikin.