Li Hoçvanê ji bo Şengal û Rojava alîkariyên hatin berhevkirin derketin rê

Li Hoçvanê ji bo Şengal û Rojava alîkariyên hatin berhevkirin derketin rê

Ji Hoçvan a Erdexanê 35 ton genim û ceh ji bo Rojava û Şengalê hate şandin. Her wiha Meclisa Gel a Demokratîk ya Hoçvanê bi dirûşmeya ‘Alîkariyek ji bo hawara Şengalê’ li Stenbolê jî kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de alîkariyên hatine berhevkirin dê demeke kurt de bişînin herêmê.

Li Hoçvan a Erdexanê ji bo Rojava û Şengalê 35 ton genim û ceh hat berhevkirin. Alîkariyên hatin berhevkirin bi TIR’an derket rê.

Her wiha alîkariya ku di çarçoveya kampayaya li Stenbolê hatiye meşandin hatin hevkirin jî dê di demeke kurd de bigihêjin kesên hewcedariya wan heye.

Meclisa Gelan Demokratîk ya Hoçvanê diyar kir ku gelê Hoçvanê bi ruhê seferberiyê xwedî li kampanyayê derketiye û meclisê ji bo kesên ku alîkarî daye kampanyayê spas kir. Meclisê da zanîn ku agahiyên berfireh yên der barê kampanyayê de dê di dawiya kampanyayê de bê parvekirin.