Li Hindistanê 6 tecawizkar hatin girtin
Li Hindistanê 6 tecawizkar hatin girtin
Li Hindistanê 6 tecawizkar hatin girtin
Li Delhiya Nû ku jinek ciwan ya 23 salî rastî tecawiza komî hat Hindistan rabû ser xwe, niha jî jinek turîst rastî hovîtiyek wisan hat. Têkildarî bûyerê 6 kes hatin binçavkirin.
Dawiya hefteyê de li eyaleta Madya Pradeş ya Hindistanê jinek ya Swîsreyê rastî tecawiza komî hatibû û têkildarî vê 6 kes hatin binçavkirin.
Rayedarek paye bilind yê polîsan ragihand ku, jina ku dema li gel hevjînê xwe li daristanê kamp danîbûn rastî êrîşê hatibû, da diyarkirin ku dê îro bersûcan derxînin dadgehê.
Rayedarê polîs yê herêmê da diyarkirin ku, têkildarî tecawizê lêpirsîna 20 kesên din jî didome, destnîşan kir ku jin û hevjînê wê ji Madya Pradeşê veqetiyan û çûne Sefaretxaneya Swîsreyê ya li Delhiya Nû.j
Jina 39 salî û hevjînê wê ji bo serdana Tac Mahalê bikin, bi bîsîkletê dema ji Orçhayê ber bi bajarê Agra yê ve diçûn biryar dan ku şevê li daristanê bimînin.
Di dema gera bi bîsîkletê de li nêzî gundek yê herêma Datia êrîşvanên temenê wan di navbera 20-25 salî rêya herduyan girtin, tê diyarkirin ku destpêkê bi daran hevjînê wê xistine û girêdan. Tê diyarkirin ku, êrîşkaran piştî hevjînê wê bêbandor kirin, jina 39 salî tecawiz kirine.
Weke din piştî tecawiza komî ya êrîşkaran 185 dolarê û komputera wan birine û reviyane nav daristanan.
Hindistan ku li cîhanê welatê herî zêde bûyerên tecawiz lê çêdibine û gel rêveberiyê bi pêşî lênegirtina tundiya li ser jinê sûcdar dike.