Li Hîndîstanê 32 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan
Li Hîndîstanê 32 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan
Li Hîndîstanê 32 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan
Li Hîndîstanê, li gelek eyaletan ji ber lêdana birûskan 9 jê zarok herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Rêveberiya Karesatan a Eyaleta Biharê Renû Kûmarî Kûşwaha da xuyakirin ku ji ber birûskên rojên Şemî û Yekşemê 7 jê zarok herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsyarê bajarokê Dhanbad ê eyaleta cîran Jarkhand Pûran Matho jî diyar kir ku 2 jê zarok 8 kesan ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber ba û barana dijwar, li van eyaletan dar ji kokê rabûn û gelek malan xisar dîtin. Êvara Yekşemê xetên elektrîkê jî zerar dîtin.
Li Hîndîstanê di dema mûson a navbera mehên Hezîran û Cotmehê de timî bager rû didin, lê dawiya vê hefteyê windahiya mirovan giran bû.