Li Hewlêrê protesto: Divê parlament di nav 48 saetan de bicive
Li Hewlêrê protesto: Divê parlament di nav 48 saetan de bicive
Li Hewlêrê protesto: Divê parlament di nav 48 saetan de bicive
Çalakvanên ku ketibûn greva birçîbûnê, li pêşiya parlamenta Herêma Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan Rojnewsê, Çalakvanan daxwaznameyek ji 4 xalan pêşkêşî nûnerên parlamentê kirin û daxwaz kirin ku aliyên têkildar ên Herêma Kurdistanê di pratîkê de piştgiriya Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bikin.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê çalakvanan ji aliyê Mazin Yarsanî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku parlamenta Kurdistanê û fraksyonên di nava parlamentê de lez bidin ku di pratîkê de rola xwe ya di parastina Kantona Kobanê û rojavayê Kurdistanê de bilîzin.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji parlamenta Herêma Kurdistanê hat kirin ku kiryarên Tirkiyê yên li hemberî xwepêşanderên kurd ên li bakûrê Kurdistanê şermezar bikin.
Çalakvanan 4 daxwaz pêşkêşî parlamenta Kurdistanê kirin û wiha ne;
1-Parlamento di nava 48 saetan de civîneke taybet li ser rewşa Kobanê li dar bixe û helwest werbigire.
2-Kantonên rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî werin naskirin. Ji ber ku niha 34 partiyên siyasî bi awayekî fermî wan nas dikin û herî kêm li parlamentê xwediyê 62 kursiyan in. Ev jî piranîne û em hêvîdar in piştgiriya xwe bixin pratîkê.
3-Bi awayekî fermî Deriyê Sêmalka were vekirin û hemû ambargoyên li ser Rojavayê Kurdistanê werin rakirin.
4-Biryar bê dayîn ku bi awayekî lezûbez piştgiriya leşkerî pêşkêşî Kobanê û rojavayê Kurdistanê bê kirin.
Parlamenterên fraksyona YNK, PDK, Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê soz dan ku daxwazên wan bigihîn Serokatiya Parlamentoyê û kar li ser bikin.