Li Hewlêrê pîrozbahiya 8'ê Adarê
Li Hewlêrê pîrozbahiya 8'ê Adarê
Li Hewlêrê pîrozbahiya 8'ê Adarê
Li bajarê Hewlêrê bi xwedî derketina tekoşîna sê siyasetmedarên jin yên kû li Parîsî bi awayek durindane hatibûn qetilkirin, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê 8’ê Adarê ji aliyê sedan jinan ve hate pîroz kirin.
Li Herêma Kurdistanê Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK)’ê ji bo Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê li seyrangeha Dilope ya bajarê Hewlêr şahiyek li darxist. Şahiya kû ji aliyê RJAK’ê hat organîzekirin, pêk hat. Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî şahiyê bûn û reng dan şahiyê. Piştî kû hemû amadekari hatin temam kirin û jin hatin cihê şahiyê, şahiyê birêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. piştî wê, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya jibo 8’ê Adarê hate xwendin. Ocalan di peyama xwe de got kû; “Gelekê kû jinên wê ne azad be , nikare azad be” û di peyamê de bang li jinan hate kirin kû dest ji koletiyê red bikin. Herwiha Ocalan di peyamê de gotiye “Azadiya jinê tekojîjna Sakîneye, jiyana Sakine jibo vê yeke mînakek herî rûn û eşkereye.”
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, beyannameya RJAK û Yeketiya Jinên Rizgariya Kurdistan RJAK’ê û Meclîsa Jina Azad hate xwendin. Di her sê beyan nameyan de jî hate gotin kû pêwîste sîstema desthilatdar a babiksalarî dawî li şîdetta li ser jinê bîne û divê hemû jin bi druşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tekoşîna xwe ya jibo azadiya jinê bihêz bikîn û xwedî li tekoşîna sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin. Herwiha di beyannameyan de hate gotin kû heta qetilkirina hersê siyasetmedarên jin yên Kurd kû li parîsê bi awayek hovane hatibûn qetilkirin neyê eşkere kirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Bi dawihatina xwendina beyannameyan, Koma Jîn ya Navenda Çanda Bêston derket ser dikê û bi stranên xwe şahî coşkir û birêzê ve Mardîn Helepçeyî li ser 8’ê Adarê helbest xwend, Navenda Kultura Dîcle şanoyek li ser 8’ê Adarê pêşkeşkir, zaroka binavê Nîga Herdî (7) helbesta binavê 8’ê Adarê xwend û helbesta dawiyê jî ji aliyê Semîra Heme Emîn ve hate xwendin. Di navberan de peyamên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî hatin xwedin. Herwisa di dawiya bernameyê de, Koma Jîn ya Navenda Çanda Bêston dûbare derket ser dîkê û stranên govendê gotin jin û zilamên kû tevlî şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê bibûn jî govend girtin.