Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgereke berfireh a balafirên şer ên Tirk dixuye.

HPG’ê diyar kri ku li Qadên parastina Medya tevgera hewayî yên balafirên şer yên tirk tê jiyîn.

HPG’ê da zanîn ku di 9’ê Kanûn û îro tevgera balafrinên şer pir zêde hatiye jiyîn.

HPG’ê wiha got: “Artêşa dagirker ya tirk di 9’ê kanûnê de bi firokeyên bê mirov saet di navbera 7.30 û 12.00’an de li Qadên Parastina Medya li herêm Zagrosê, di navbera 10. 30 û 11.00’an de li herêma Metîna, di navbera 05.00 û 08.00’an û di navbera 16.00 û 18.00’an de firînên keşfê pêk anîne.

Artêşa tirk a dagirker li Qadên Parastina Medya li herêm Qendîl, Zagros, Metîna û Gare di navbera 10.30 û 12.00’an de firîn pêk aniye.