Li her deverê bakurê Kurdistan berxwedan heye

Li her deverê bakurê Kurdistan berxwedan heye

Çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê û şermezarkirina DAIŞ'ê li Nisêbîn, Pîran, Dêrsim, Erzînxan, Kanîreş û Hizanê berdewam dikin. Bi hezaran kes daketin kolanan û çalakî pêk anîn. Li navçeya Nisêbînê nêzî 10 hezar kes daketin kolanan û meş pêk anîn.

Li navçeya Hîzanê li gel qedexeya kolanan gel derket kolanan û çalakî pî pêk anîn. Li Patnosê jî gel ji sibê heta êvari li kolanê bû. Piştî hewa tarî bû walîtiyê derketina kolanan li welatiyan qedexe kir. Lê gel qedexe guhdar nekir û çalakiyên xwe yên li kolanan berdewam kir. Di navbera polîs û ciwanan de li gelek nokteyan şer derket û şer didome. Li navçeya Patnosê jî ji serê sibê heta êvarî çalakiyan berdewam kir. Ciwanan rêyea Mûş û Agiriyê li trafîkê girtin û avahiyên Şaxa Leşkerî, avahiya Xizmeta Şaredariyê û 8 maşineyên şaredariyê dan ber agir. Hat zanîn ku heta niha 5 kes hatin binçavkirin. Şer didome.

LI NISÊBÎNÊ DEH HEZAR MEŞIYAN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi deh hezaran kes daketin kolanan û êrîşên DAIŞ'ê şermezar kir. Polîsan li nava bajar bi panzer û maşîneyên zirxî dîmenên OHAL'ê da xuyakirin. Leşker û polîsan li nava kolanan tedbîrên mezin girt. 10 hezar kesan li Qada Newrozê ya Nisêbînê çalakî pêk anîn, Girse li kolana Çag Çagê ligel astengiya polîsan ji 3 milan de herikîn Kolana Îpekê. Polîs û leşkeran bi TOMA û maşînên zirxî mudaxlae kir û şer derket.

Di çalakiyê de endamên YDG-H belgeyên dibistana Lîseya Emir Gozu şewitandin. Çalakî didomin.

LI PÎRANÊ LI GEL QEDEXEYA WALÎTIYÊ GEL DAKET KOLANAN

Li Navçeya Pîranê ya Amedê jî bi heman armancê ligel biryara walîtiyê ya qedexeya kolanan gel dîsa daket kolanan û çalakî pêk anî. Koma ku li kolanan çalakî pêk anî rastî mudaxaleya polîsan hat. Komê jî bi keviran bersîv da polîsan. Çalakî li kolanan didome.

LI DÊRSİMÊ PEVÇÛN

Li Dêrsimê jî komek ciwanên YDG-H'ê bi heman armancê li Kolana Cumhuriyetê çalakî pêk anîn. Ciwanan bi fîşekên hewayî êrîşî Qereqola Şehit Naif Bulut kir. Polis piştî hatin cihê bûyerê şer derket û çalakî didomin.

LI ERZÎNXANÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Erzînxanê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de polîsan mudaxale kir û 5 kes binçav kirin.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî welatiyên gundê Cilligolê çalakî pêk anîn û rêya Kanîreşê li trafîkê girtin. Çalakiya welatiyan a girtina rê didome.