Li her derê Ewropa dirûşmeya Efrîn bilind dibe

Li gelek welatên Ewropa Kurd û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan, hikûmetên hevkarê sûcên dewleta Tirk protestokirin.

CELLE

Li bajarê Celle yê Ewropayê bi tevlîbûna hezaran kesî meşeke hate lidarxistin. Di çalakiyê de aliyê YPG’ê û YPJ’ê hatin hildan, êrîşên dewleta Tirk bi dirûşman jî hate şermezarkirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi hezarna kes ji bo Efrînê meşiyan. Çalakiya Platforma Êdî Bes e ya Mannheîmê û Dîe Lînke dehan rêxistin û saziyên civaka sivîl amade bûn. Di çalakiyê de êrîşên hov ên Tirk û qetlîamên wê hatin şeremezarkirin. Her wiha ji bo çalakiya ku wê roja Yekşemê li Mannheîmê saet 12:30’an li Qada Scholossê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê hate kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê li pêşiya gara trenê mîtîngek hate lidarxistin. Ji bajarên Duren û Leverkusenê jî tevlî çalakiyê bibûn. Di mîtîngê de hunermendên Kurd Xelîl Xemgîn, Canê, Diyar û Peyman derketin ser dikê û stranên şoreşgerî gotin. Di mîtîngê de bi pankartan hevkariya dewleta Elman a ji bo Tirkiye hate şermezarkirin.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk li gara trenê Kurdistanî kombûn û bi pankartan protestokirin. Piştre jî li navenda bajarê meşek lidar xistin, dewleta Tirk û Elman hate şermezarkirin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbrucken ê Elmanyayê jî bi tevlîbûna hezaran kesî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.

GÎESSEN

Bi sedan kes tevlî çalakiya li bajarê Gîessenê bûn.Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan, hevkar Elmanya” hate qîrkirin û berxwedan Efrîn hate silavkirin.

VIYANA

Li paytexta Avûtûrya Viyanayê bi tevlîbûna sedan kesî berxwedana Efrînê hate silavkirin. Êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Kurdên ku ber bi Sefaretxaneya Tirk ve ketin rê, komên anarşîst û antî faşîst jî piştgirî kirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûrya tevlîbûneke zêde ji bo meşê hebû. Di çalakiyê de dirûşmeya 'Kujer Erdogan' hate berzkirin. Di axaftinên di çalakiyê de hatîn kirine êrîş û komkujiyên dewleta Tirk hate şermezakirin. Di çalakiyê de Berxwedana Efrînê hate silavkirin.

FLORANSA

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê bi sedan Kurdistanî û Îtaliyan Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsya Vladimîr Pûtîn protesto kirin. Di çalakiyê de ji bo şermezarkirina komkujiyên sivîlan çelenga reş hate danîn.

LÛGANO

Li bajarê Lûgano yê kantona Tîcîno yê Swîsreyê ji bo protestokirina komkujiyan çalakiyekî bêdeng hate lidarxistin. Çalakiya li navenda bajêr 40 deqîqeyan dewam kir. Çalakî ji aliyê rêxisitna jinên Kurd ve hate organîzekirin.

DEN HAAG

Bi hezaran kes beşdarî meşa li bajarê Den Haag ê Hollandayê bûn. Meş bi mîtîngekê bi dawî bû û bang li hikûmetên Ewropa hate kirin ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê ji bo xwedîderketina li Berxwedana Efrîn û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê çalakiyek hate lidar xistin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn.

TOÛLOÛSE

 Li bajarê Toûloûse yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li hev civiyan. Li qada Capîtol mîtîngek hate lidarxistin, komên çepgir û antî-kapîtalîst yên Fransa jî pişgtirî dan mîtîngê.

Di mîtîngê de belavoka ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokaratîk a Fransayê hate xwendin û li ser navê partiya antîkapîtalîst a nû Pîerre Granet axivî: Granet bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Efrînê' dest bi axaftina xwe kir û got ku sûçên ku Erdogan li Efrînê dike divê ji aliyê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (KENY) vere lêkolînkirin. Granet got ku divê Erodgan ji aliyê dadgehên cezayê yên navnetewî ve were darizandin.

LA ROCHELLE

Li bajarê La Rochelle ê rojavayê Fransayê bi tevlîbûna nêzî 200 kesan çalakiya ji bo piştgiriya Efrînê hate lidarxistin. Meşa ji Vîeûx Portê destpê kir bi dirûşman heta Qada Gabûte bi dawî bû.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê û qetilkirina sivîlan protesto kirin. Çalakiya ku  bi hezaran kes tevlî bû, ji aliyê enternasyonalîst, Konseya Kurd a Demokratîk a Frans, Plaftorma Xwedîderketina li Efrîn a Fransa pêk hat.  Girseya li Qada Denfert Rochereaû kom bûn dirûşmên “Kujer Erdogan, hevkar Ewropa” qîr kirin.

Di meşê de pankartên bi  nivîsa “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin. Dîsa di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Piştî meşa du saetan dom kir û şûnde li pêşiya parlemetoya Fransa mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê gelek rêxistin û saziyan axaftin ahtin kirin. Di axaftina de bang hate kirin ku dawî li bêdengiya li hember qetlîamên dewleta Tirk bînin.