Li Hênê piştî şerê malbatan, 5 xanî hatin şewitandin

Li navçeya Hênê ya Amedê malbatan li hemberî hev şer kiribûn û di vî şerî de çek jî hatibûn bikaranîn. Piştre bi şev 5 xanî hatin şewitandin.

Di 11’ê Adarê de li gundê Miqiriyo yê Hênêya Amedê du malbatan şer kiribûn.

Di vî şerî de yê ku hê sedema wê nehatiye zelalkirin Mûzaffer Kaya û kurê wî Necmettîn Kaya jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman şerî de du kesên ku navê wan nehatiye zanîn jî birîndar bûbûn.

Şeva Sêşemê 5 xaniyên malbata hember hatin şewitandin. Piştî agahdarkirina gundiyan, jendirme û îtfaiye ji herêmê re hate şandin.

Hate diyarkirin bi îddîaya ku têkiliya wan bi vê bûyerê re heye, hinek kes ji bo îfadedayînê birine qereqolê.