Li hemberî pîrozbahiya Newrozê ya li AU êrîşa bi kêran

Li hemberî pîrozbahiya Newrozê ya li AU êrîşa bi kêran

Pîrozbahiya Newrozê ya li Kampusa Zanîngeha Enqereyê (AU) rastî êrîşa bi kêr a peywirdarên ewlehiya zanîngehê hat.

Xwendekarên zanîngehê yên xwastin li Kampusa Cebecî ya AU'yê Newrozê pîroz bikin rastî êrîşa bi kêran a peywirdarên ewlehiya zanîngehê hatin. Di dema êrîşê de xwendekar ji destê xwe bi darbeya kêrê birîndar bû. Hate ragihandin ku, xwendekaran jî mudaxele li peywirdarên ewlehiyê kirin û ji qada Newrozê dûrxistin. Li kampusa Cebeciyê sekinandina xwendekaran berdewam dike. Xwendekar ji bo Newroz pîroz bikin li ber Fakulteya Perwerdehiyê dest bi kombûnê dikin.