Li hemberî êrîşên AKP’ê berxwedana gel mezin dibe

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, diyar kir ku di êrîşên 5 rojan de ev herî mezin îro pêk hatiye. Sariyildiz anî ziman ku li hember hemû êrîşên dewleta Tirk bi hezaran kes li kolanan li ber xwe didin.

Qedexeya derketina derve ya ev 5 roj in li Cizîrê didome, îro bi biryara Walîtiya Şirnexê re hat ragihandin ku wê ‘qedexe bê dirêjkirin’. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz tekildarî berxwedana gel a li Cizîra di bin bomberdûmaneke zêde de ye û encamên komkujiyeke ku pêk bê ji ANF’ê re axivî.

Sariyildiz, rewşa Cizîrê ya di nav rojê de wiha vegot: “Dilê welatiyê 70 salî Abbas Aydik li ber bomberdûmanê êdî li ber xwe neda. Dîsa 4 zarokên ku tê gotin dayika wan di girtîgehê de ye û bavê wan çûye Êlihê, li maleke li ser Rêya Hezexê ya li Taxa Cûdî asê mane. Welatiyên ji bo xwedî li zarokan derkevin çûn bûn hedefa tîmên taybet. Gelek malbat li me digerin. Dibêjin ku zarokên me li Taxa Nûr, asê mane. Bi rastî mirov bi zehmetî jiyana xwe didomînin.”

ZILMA LI CIZÎRÊ DEWAM DIKE

Sariyildiz got, "Asta hovîtiya îro di nava pênc rojên dawî de ya herî bilind bû. Îro bênavber hemû çek li ser gel ceribandin. Ji sibehê ve em nikarin xwe bigihînin Taxa Nûhê. Li wir mirî û birîndar hene. Zilmek û bêperwartiyeke mezin heye." Sariyildiz banga baldarî û hişyariyê li rêxistinên civakî yên demokratîk kir û got, "Bêguman AKP'ê giraniya zilma xwe daye ser Cizîrê. Ya ku zilmê li vir dike, desthilatdariyah eyî ya faşîzma bêpîvan dimeşîne, ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi xwînê, bi êş û polîtîkayên şer ji nû ve bibe desthilatdar. Li hemberî vê yekê divê li her deverê li dijî van polîtîkayên faşîst were derketin. Li navçeya ji 150 hezar nifûsê, jiyana kesî ne ewle ye. Em parlamenter jî dibe ku di her kêliyê de rastî komkujiyekê werin."

GEL HÎNÊ LI KOLANAN E

Sariyildiz destnîşan kir ku li dijî polîtîkaya înkar û komkujiyê ya AKP'ê, li Cizîrê girseyeke gelekî bi hêrs a ciwanan heye û da zanîn ku tîmên taybet ên AKP'ê şandiye jî, bi hêrseke mezin êrîşî gelê Cizîrê dikin. Sariyildiz got, "Niha li gelek deverên navçeyê dengê çekan tê. Bêguman ciwan li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê gelekî bi hêrs in. Ciwan li vê derê bi bedena xwe, pêşî li komkujiyên li hemberî gel digirin. Li dijî qedexeya derketina derve, gel îsyan kir û li Taxa Cûdî bi hezaran kes niha daketin kolanan."