Li hember Hesekê êrîşa hewayî: 2 sivîl birîndar bûn
Li hember Hesekê êrîşa hewayî: 2 sivîl birîndar bûn
Li hember Hesekê êrîşa hewayî: 2 sivîl birîndar bûn
Li taxên Mesakin Merşo û Sînaa yên bajarê Hesekê 2 topên hawanê ketin. Di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gorî nûçegihanê ANHA'yê, vê sibê derdora saet di 11:00'an de topek hawanê ji aliyê taxa Xiwêran bajarê Hesekê hate avêtin û li taxa Mesakin Merşo ket. Di encama teqîna topê de welatiyek di mil û lingê xwe de birîn bû. Her wiha gelek ziyanên madî gihiştin dikanên derdorê. Welatiyên taxê yekser kesê birîndar veguhastin nexweşxaneyê da ku were dermankirin.
Nûçegihan ragihand ku saet di 12:00'an de hawaneke din li Çerxeriya Sînaa ya bajar ket û di encamê de welatiyêk bi giranî birîndar bû û gelek ziyaniyên madî çêbûn.