Li hember êrîşên çeteyan, YPG Şêxmeqsûd diparêze

YPG’ê diyar kir ku parastina çalak a hêzên wan li hember êrîşên li dijî Taxa Şêxmeqsûd ên di serkêşiya çeteyên El Nûsrayê de pêk tên, berdewam dike.

YPG’ê diyar kir ku parastina çalak a hêzên wan li hember êrîşên li dijî Taxa Şêxmeqsûd ên di serkêşiya çeteyên El Nûsrayê de pêk tên, berdewam dike.

YPG’ê der barê bersivdayina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê got: “Duh ber bi sibê saet 03.00'an de hêzên me li hember çeteyên li derdora Taxa Şêxmeqsûd kom bibûn du operasyonên cuda li dar xistin. Operasyona ku çeteyên di navbera çerxerêya Cendol û gundê Pîno hedef digirt de 3 çete hatin kuştin. “

DI NAVBERA TAXÊN BOSTAN PAŞA Û ŞÊXMEQSÛDÊ DE OPERASYON

 Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di herêma dikeve navbera taxên Bostan Paşa û Şêxmeqsûd de jî operasyonek li dar xistine û di operasyonê de wesayîteke cebilxane barkirî û wesayîtek ewlekariya wê digirt hatine hedefgirtin. YPG’ê wiha berdewam kir: “Di vê operasyonê de wesayîta cebilxane barkirî bi temamî hatiye rûxandin û wesayîta din jî hatiye derbkirin. Di vê operasyonê de jî bi qasî hat zelalkirin 10 çete hatin kuştin.”

YPG’ê der barê çalakiyên hêzên parastinê wiha domand: “Dîsa hêzên me duh piştî nîvro li nêzîkî Taxa Şêxmeqsûd komek çeteyên di nav tevgerê de bûn, hedef girtin. Li vir jî qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.”

‘3 GUNDÊN KU ÇETE KETIBÛNÊ HAT PAQIJKIRIN’

Der barê operasyonên hêzên YPG’ê destpê kiribûn ên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 2’yê Cotmehê li hember çiyayê Kezwanan li dar xistibûn, berdewam dike.

YPG wiha  got: “Di operasyona bi armanca derxistina çeteyan ji gundên ketinê hatibû destpêkirin de çeteyan derbên giran xwarin. Di encama vê operasyonê de 3 gundên ku çete ketibûnê hatin paqijkirin. Di pevçûnên li van gundan de qasî hat zelalkirin, 27 çete hatin kuştin. Hêzên me dest danîn ser 6 termên çeteyan, gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî.”

‘RASTÎ BERSIVÊN TUND HATIN’

YPG’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê giredayî Kobanê hewl dan êrîş bikin û wiha berdewam kir: “Komên çeteyên ku hewl dan bikevin gundê Heşê yê nêzîkî gundê Şergirat, rastî bersivên tund ên hêzên me hatin. Piştî pevçûneke kurt a li herême komên çeteyan neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndaran, li vir nehatine zelalkirin.”

Her wiha YPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan li ser rêya bajarokê Eyn Îsa û gundê Mergê, 2 mayînên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn bicihkirin bêbandor kirine.