Li Helsînkiyê li ser Komara Mehabadê semîner

Li Helsînkiyê li ser Komara Mehabadê semîner

Li Helsînkiyê duh di demjimêr 16-20 semînerek li ser komara Mehabadê hate dayîn û bi vî awayî komara kurdistanê li tevahî gelê kurdistanê û malbata şehîdan hate pîrozkirin.

Sêmîner bi beşdarbûna dehan kurdistanî û nûnerên partiyên Kurd  wek  komîteya yekbûn, Goran, PJAK, YNK û weke kesayetek serbixwe Cafer Kerîmî hate li darxistin.

Semîner bi deqîqeyek rêzgirtina şehîdên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir û piştre bi sînevîzyonê berdwam kir. Sînevîzyon li ser axaftin û nêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser Komarê Mehabadê bûn.

Sêmîner bi nirxandina  rojnamevan û rewşenbîr Hiwa Gulmihemedî ya li ser dîroka komara Mehabadê û giringiya rola komarê  li ser  tevgera azadî  bi ci awayî bandor kirye  hate berdawamkirin .Rojanamevan Gulmihemedî di  axaftinên xwede nîşana netewbûna Kurd û bilindkirina ruhê netewî destnîşankir û her wisa pêdiviya  xebatek xurt  divê bo netewbûnek xurt û ruhekî netewî a bilind heye .

Hîwa Gulmihemedî di nava axaftinên xwe de rola dijminên Kurd ya di çêkirna komploya li ser Rêber û şoreşgrên Kurd û qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd li Parîsê şermezarkir û da xuyakirin ku ew jî nîşana herî nêze ku bi destê neyarên Kurd  komployên li ser siyasetmedarên Kurd hatiye kirin.

Her wiha peyama Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK hate xwendin û dîsan jî nûnerên partî û rêxistinên ku beşdarî semînerê bibûn peyamên wan hate xwendin.

Di beşa pirs û bersivan de nîqaşek xurt hat kirin, daxwaza hemû beştarvana ew bû ku yekîtiya Kurd bi hêztir be û ev jî pêdivî divê bo zêdetir nîqaş navbera kurdan de çêbibe û li gel vê jî xebat  xurtir bibe .

Semîner bi sirûda ‘’ Ey Şehîd’’  bi dengê hunermenda Nahîd Hewramî  bi dawî  bû.

Her wiha di heman rojê de serê sibê li Dêra Spî ya li bajarê Helsînkî ku her yekşem Xiristiyanî nimêja xwe dikin. Ji bo sê siyasetmedarê Kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dua hate kirin û ji bo kurdan û gelê herême azadî û aştî hate xwestin.