Li Helsîngborg û Torontoyê bîranîna şehîdan

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê ji aliyê dewlet Tirk ve hatin kuştin, li bajarê Helsîngborg ê Swêdê û bajarê Toronto yê Kanadayê civînên bîranînê hatin lidarxistin.

Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Helsîngborgê li navenda komeleyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka NCDK a Helsîngborgê Eylem Batak li vir axivî û anî ziman ku bi belgeyên rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin re eşkere bû ku komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin.

Batak işaret bi bandora têkoşîna Sakîne Cansiz li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê kir û got, "Êdî cîhan tev, mafdariya têkoşîna jinên Kurd qebûl dike."

Di dawiya axaftina xwe de Batak bang li dewleta Fransayê kir ku dawî li hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk re bîne û hemû belgeyên li ser komkujiyê ji raya giştî re eşkere bike.

Di civîna bîranînê de fîlmekî li ser jiyan û têkşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez hate nîşandan.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê, Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên il Silopiyayê hatin kuştin, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Bîranîn bi axaftinan qediya.