Li Helebê top li taxa Eşrefiyê ketin: 3 kes mirin
Li Helebê top li taxa Eşrefiyê ketin: 3 kes mirin
Li Helebê top li taxa Eşrefiyê ketin: 3 kes mirin
Li bajarê Sûriyeyê Helebê di encama topbarîna li ser Taxa Eşrefiyê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê 3'ê welatiyî sivîl di encama topên ku tangên rêjîma Sûryayê li ser taxê barandin jiyana xwe jidest dan û bi dehan kes birîndar bûne. Şîniyên taxê diyar kirin ku topek li kolana giştî ya Eşrefiyê, beranberî dermanxaneya Sefer a ku nêzî nuqteya kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e ket.
Ev yek jî bû sedema kuştin û birîndar kirina welatiyan û 5 topên din li çerxeriya li ber parka Eşrefiyê ket û ziyanên giran giyandin malên welatiyan. Welatiyên ku jiyana xwe jidest dane navên wan ev in; Xelîl Hisên Cefer, Celal Mihemed Heftaro û Mihemed Dîbo Habû. Herwiha Endamê Meclisa Gel a Helebê Emde Rengîn giran birîndar bûye.
Herwiha hate ragihandin ku di pevçûnên li nêzî Eşrefiyê, di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûryê de tangek Sûriyeyê bi temamî hatiye rûxandin.