Li Helebê sivîl tên qetilkirin

Di şerê li Helebê yê di navbera komên çete yên koalısyona Sûriyeyê û hêzên rejîmê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di şerê li Helebê yê di navbera komên çete yên koalısyona Sûriyeyê û hêzên rejîmê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, komên çete yên koalîsyona Sûriyeyê taxên Meydan, El-Cabiriye, El-Silêmaniye, El-Ezîziye, El-Furqan, Kolana Nîl, El-Xalidiye, Şîhan,  Qada Qelecî, Mogambo, derdora parka giştî, El-Hemdaniye, Heleba nû, El-Ramûsê, Sûriyan û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ne, toparan kirin. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û ziyana madî gihişt mal û milkên welatiyan.

Ji  aliyekî din ve balafirên şer ên hêzên rejîma Sûriyeyê jî  taxên El-Qatircî, Bustan El-Qesir, El-Meayir, El-Kellase, El-Saxûr, El-Meşhed, El-Heyderiye, El-Miyeser, Bustan Başa, Benî Zêd, El-Şêx Xidir, Baregeha Henano, Bab Hedîd, El-Sukerî û Bustan El-Zehre, bi bermîlên teqemeniyê bombe kirin. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gundewarên Helebê jî dîsa balafirên şer ên rejîma Sûriyê deverên Til Misêbîn, Mellah, Heyyan, Hirêtan, Enedan û El-Kastêlo yên li bakurê Helebê, bajarokên Etarêb, Babîs û Encara yên li rojavayê Helebê, bajarokên Xan Toman, El-Hemîra, El-Îs û El-Zirbe yên li başûrê Helebê, topbaran kirin. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û  bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha ziyan gihişt avahiyan.

Li taxên El-Mellah, El-Şîhan, Lîremûn, Benî Zêd û Sêfeddûle jî di navbera hêzên rejîmê û komên çete de ji danê sibehê ve şer diqewime. Der barê encama şer de heta niha agahiyên zelal bi dest neketine.