Li Helebê pevçûn: 14 sivîl mirin

Li gelek taxên Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar ên muxalefetê de dewam dike. Di pevçûnan de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gelek taxên Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar ên muxalefetê de dewam dikin. Di pevçûnan de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin balafirên rejîma Sûriyeyê taxên Mesakin Henano, Heyderiyê, Qetana yên Heleba kevin, Cibh El-Qube, Rêya Xazî Entab a bakurê Helebê bombebaran kirin. Hate gotin ku di encama bombebaranê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û hejmarek welatî birîndar bûn.

Li aliyê din jî çekdarên muxalefetê bajarokên Nubul û Zehra ên li bakurê Helebê topbaran kirin, di encamê de zarokek û jinekê jiyana xwe ji dest dan, her wiha hin leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Li aliyê din jî hate gotin ku duh di saetên êvarê de li taxên Şehba, Cedîde, Ezîziyê û derdora mizgefta Quteybe bin Muslim El-Bahilî ya li kolana Nîl ên Helebê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên muxalefetê de şer derket. Di pevçûnan de topên hawanê hatin bikaranîn. Di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Meyselûn, Seyîd Elî, Mizgefta Resûl El-Ezemî û taxa Şêx Necar ên Helebê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên eniya Şamî de şer derket. Der barê şerê li van deveran ti agahî nehatin bidestxistin.

Li derdora dibistana Muşat a li bakurê Helebê jî di navbera hêzên rejîmê û çekdarên muxalefetê de şer derket. Hate gotin ku di pevçûnên ku heta sibê dom kir de kuştiyên her du aliyan çêbûne, lê der barê hejmarê de ti agahî nehatin bidexistin.

Li nêzî baregeha parastinê ya li gundewarên başûr-rojhilatê Helebê jî dengê teqînekê mezin hate bihîstin, lê der barê encamê de ti agahî nehat bidestxistin.