Li Helebê li dijî taxa Kurdan êrîş: 1 zarok 2 jin birîndar
Li Helebê li dijî taxa Kurdan êrîş: 1 zarok 2 jin birîndar
Li Helebê li dijî taxa Kurdan êrîş: 1 zarok 2 jin birîndar
Li bajarê Helebê ya Sûriyeyê pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Artêşa Azad û leşkerên Sûriyeyê de didomin. Di encama pevçûnên dijwar de, top li taxên kurda dikevin. Herî dawî topek li Taxa Şêx Meqsûd ket, di encamê de yek zarok û 2 jin birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişt derdora xaniya ku 3 sê qat bû. Welatiyan diyar kirin ku top ji tangên rejîmê ku li taxa Siryan bi cî dibin hatine.
Kesên ku birîndar bûne Sebah Ewed 40 salî, Zeyneb Zîno ya 13 salî û kesê sisyan navê wê nehat zanîn.