Li Helebê li dijî Endamê Meclîsa Gel sûîqest
Li Helebê li dijî Endamê Meclîsa Gel sûîqest
Li Helebê li dijî Endamê Meclîsa Gel sûîqest
Endamê Komîteya Lojîstîkê ya Meclîsa Gel a Helebê Horîk Elawî di encama sûîqestê de jiyana xwe ji dest da.
Endamê Komîteya Lojîstîkê ya Meclîsa Gel a Helebê Horîk Elawî, duh di encama sûîqestê de jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, Horîk Elawî dema li ber Nexweşxaneya Henan a li Taxa Eşrefiyê bû, guleyek ku nayê zanîn ji kîjan alî ve hatiye lê ketiye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Horîk Elawî yê 51 salî ji gundê Şêxorza yê girêdayî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye.