Li Helebê di encama bombebaranê de 2 zarok mirin

Li Helebê di encama bombebaranê de 2 zarok mirin

Li bajarê Sûriyeyê Helebê di encama bombeya topên hewanê ku li Taxa Şêxmeqsûd ketin, 2 zarok hatin kuştin û 3'ê din jî birîndar bûn.

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku piraniyê şîniyên wê Kurd in, îro di danê ber êvarê de topek hawanê li ser mala welatiyek ku 100 metrî dûrî keraca Efrînê ya nû kete. Di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan û 3'ên din jî birîndar bûn.

Zarokên ku jiyana xwe ji dest dan Ziyad Idnan ji gundê Çeqelê Wista û Mihemed Îsa ji gundê Çilêr ya Efrînê. Navê birîndaran jî ev in; Hesen Îsa, Hemûd Ibrahîm û Selah Reşîd. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneye Elrazî.

Temenê zarokan tevan di navbera 5-13 salî de ne.