Li Helebê Ciwanê kurd Şêx Mûsa Mehmûd winda ye
Li Helebê Ciwanê kurd Şêx Mûsa Mehmûd winda ye
Li Helebê Ciwanê kurd Şêx Mûsa Mehmûd winda ye
Li Helebê ciwanê kurd Şêx Mûsa Mehmûd ji 45 rojan zêdetir bi armanca kar ji mala derketibû, hîn winda ye.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ciwanê kurd Şêx Mûsa Mehmûd beriya 45 rojan ve dema ku nan difrot winda bû. Malbata Mehmûd diyar kir ku kurê wan di karê terzîvaniyê de dixebitî, lê ji ber rewşa ceyranê ya xerab Mehmûd neçar ma ku berê xwe bide firotina nan. Mehmûd ji ber rewşa ewlekariyê yê dijwar ji taxa Şêxmeqsûd derneket jî, lê 45 de winda bû.
Şêx Mûsa Mehmûd yê 17 salî ji gundê Meydana ya navçeya Rajo ya Efrînê ye. Malbatê bang li hemû kesê ku tu agahiya li ser Şêx Mûsa dizanin bi telefonê wan agadar bike: TEL:0955866716