Li Helebê çalakiya konvedanê ya ji bo Ocalan bi dawî bû
Li bajarê Heleb ê Sûriyeyê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di roja xwe ya 3. de bi dawî bû.
Li bajarê Heleb ê Sûriyeyê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di roja xwe ya 3. de bi dawî bû.
Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê 3 roj berê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyên konvedanê bi dirûşmeya, "Jin, ji bo azadiya xwe û Rêber Apo serî hilde" dabûn destpêkirin. Çalakî îro di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Di çalakiya îro de şandeyên ji nunerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, Hêzên Asayîşê û Mala Êzidiyan beşdar bibûn.
Bi navê şandeyên amade bibûn axaftin hatin kirin. Li ser girîngiya projeya Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêşniyar kiriye û hate gotin ku ev proje yekitiya gelan û jiyana hevbeş pêk tîne.
Di axaftinan de hate gotin: "Bi îsrar û berxwedana xwe em soz didin ku em ê Efrîn û Rêberê xwe azad bikin."
Paşê daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê rêveberên Kongreya Star Nehla Mustefa û Fatima Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Weke Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya, ‘Jin, ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo serî hilde" çalakî dabûn destpêkirin"
Kongreya Star di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê kir ku têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û dengê xwe bigihînin rêxistinên li dijî tundiyê da ku erka xwe ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên dij mirovî yên li Efrînê pêk bînin.
Çalakî bi dirûşmeyên ji bo azadî bi dawî bû.