Li Helebê bombebaran: 32 sivîlan jiyana xwe jidest dan

Li Helebê bombebaran: 32 sivîlan jiyana xwe jidest dan

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera endamên Tûgaya Ehrar Sûriyê û alîgirên Rêjîmê de pevçûn derket. Hate gotin ku di encama pevçûnê de  kuştî û birîndar çêbûne. Her wiha helîkopterên rejîmê gelek cihên Helebê bombebaran kirin. Hate gotin ku di encamê de 32 kesên sivîl jiyana xwe jidest dane.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li derdora Mizgefta El-Hesen a taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera alîgirên Rêjîmê û komên çekdar ên tugaya Ehrar Sûriya derketin. Hate gotin ku di encama van pevçûnan de endamekî Ehrar  Sûriya û hejmarek alîgirên rêjîmê hatin kuştin. Li taxa Eşrefiyê  jî di navbera hêzên Rêjîmê û komên çekdar ên tabûra Lîwai Bedir derketin. Hate gotin ku di pevçûnan de kuştî birîndar çêbûne.

Li aliyê din jî helîkopterên rêjîmê herêma Baab a Helebê bombebaran kirin û di encaê de gelek kuştî û birîndar çêbûn. Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de 7 jin  û 4 zarok bi giştî 27 kesên sivîl jiyana xwe jidestdan. Hate gotin ku ji bilî welatiyên sivîl kuştiyên komên çekdar jî çêbûn.

Li taxa Seyf El-Dewler a Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku di van pevçûnan de kuştî û birîndar hene, lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. Li herêma Mînî Muwaselat û niqereyên a Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên DAIŞ/Cebhet El-Nusra rûdan. Hate ragihandin ku di encamê de kuştiyên herdû aliyan çêbûne.

Helîkopterên rêjîmê bajaroka El-Hadir a başûrê Helebê bombebaran kirin. Hate gotin ku di encamê de 5 kesên sivîl jiyana xwe jidest dane.