Li HDP'iyên destgîrkirî zexta sîxuriyê hate kirin

HDP'iyên ku di çarçoveya hilbijartinên xwecihî de roja 29'ê Adarê hatin destgîrkirin, derkete holê ku polîsan zexta sîxuriyê li wan kirine.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de AKP'ê li gelek bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê winda kir. Encmaên hilbijartinê ji bo Tirkiyeyê weke destpêka pêvajoyeke nû tê dîtin, lê belê zextên faşîzan ên li Kurdan tên kirin didomin. Sê roj beriya pêkhatina hilbijartinê, li Stenbolê zêdeyî sed HDP'î hatibûn destgîrkirin.

Endamên HDP'ê sê rojan destgîrkirî mabûn û piştre hatibûn berdan. Lê belê derkete holê ku di dema destgîrkirinê de polîsên Tirk zexta sîxurbûnê li HDP'iyan kirine. Yek ji HDP'iyên beriya hilbijartinê hate destgîrkirin, Rêveberê HDP'ê yê navçeya Bahçelîevler Gokhan Ozel e.

Ozel ji ajansa me re axivî û got, "Êvara Înê em destgîr kirin. Ev polîtîka timî tê bikaranîn. Beriya her hilbijartinê vê dikin. Hem dixwazin bi vî rengî sindoqan bêxwedî bihêlin, hem jî nehêlin ku mirov biçin ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de jî xwestin vê bikin. Li Stenbolê 90 kes, li gelemperiya Tirkiyeyê jî hejmareke zêde mirov destgîr kirin. 4 rojan em destgîrkirî hiştin."

Ozel diyar kir, zexta sîxuriyê li wan hatiye kirin û got, "Sîxurî li me ferz kirin. Gef xwarin û gotin, 'Eger hûn ji me re bibin alîkar, hûn ê bi hêsanî derkevin, lê eger hûn nebin alîkar em ê timî we bişopînin'. Gef li me hemûyan xwarin. Me bihîst ku ev gef li her kesên li gelemperiya Tirkiyeyê hatine destgîrkirin xwarine.

Em ne xerîbê van gefan e. Ev argûmanên berê ne, lê belê zêdebûna van zextan di vê demê de nîşan dide ku hikumet tengav bûye. Ji ber vê yekê zextê zêde dike. Çawa ku di her mijarê de bi ser nakevin, wê di vê mijarê de jî bi ser nekevin. Zexta ku ji bo sîxuriyê li me dikirin di ber wan de ma."