Li Hatayê serdegirtina Gezî: 25 binçavî

Li Hatayê serdegirtina Gezî: 25 binçavî

Di demjimêrên serê sibehê de li Hatayê bi hinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne, polîsan di ser malan de girt û 25 kes binçavkirin.

Li Hatayê îro polîsên AKP’ê di demjimêrên sibehê 05:00’an de bi hinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî ya Taksîmê bûne di ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de lêgerîn pêkanîn û di nav de endam û rêveberên Partiyên Bindestên Sosyalîst (ESP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û Hewildana Partiya Azadiya Civakî (TOPG), Mala Gel û Komeleya Lêkolîn û Çanda Anatolyayê (AKA-DER) di nav de heyî gelek kes hatin binçavkirin.

Di heman demjimêran de polîs û zabitayên Şaredariya Antakyayê, di ser konên li Parka Sevgî ya li Taxa Akdenîz hatî danîn de girtin. Di serdegirtinê de kon hatin rakirin, polîsan kesên di konan de jî binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de jî birayê Abdullah Comert yê li hatayê di dema çalakiyên protestoyî ên Parka Gezî de bi kapsûla bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû Zafer Comert û birayê Elî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşeh3irê di dema çalakiyên protestoyî jiyana xwe ji dest dayî Gurkan Korkmaz jî hene.

Navê din ên hatine binçavkirin wiha ne: Ozge Sapmaz, Umît Yogûn, Sezaî Bûlgûrcû, îbrahîm Kocak, Elî Sozbîlîr, Edîb Alparslan, Mustefa Alparslan, Eser Askerî, Mehmet Yuce, Yilmaz Gun, Seîd Gunerî, Soner Akçam, Firat Mîşlî, Yucel Aslan, Serdar Hasirci, Mahmût Dûrkal, Mîthatcan Turetken, Sevînç Dok, Devran Çaglar, Cîhan Çîçek, Hakan Gungor, Ûmût Işik û Elî Şahîn Çayirci.

Tê diyarkirin ku, di çarçoveya operasyonê de dibe hêjmara binçavkiriyan zêde bibe.