Li Hatayê di navbera kasibkar û leşkeran de pevçûn: Birîndar hene
Li Hatayê di navbera kasibkar û leşkeran de pevçûn: Birîndar hene
Li Hatayê di navbera kasibkar û leşkeran de pevçûn: Birîndar hene
Li gundê Kuşakli yê Reyhanliyê di navbera kasibkarên mazotê û leşkeran de pevçûn derket û di encama pevçûnê de yek jê çawişê pispor 3 leşker birîndar bûn û gelek kasibkar jî birîndar bûn.
Leşkerên Tirk îro di demjimêrên serê sibehê de operasyonek li dijî kasibkarên mazotê ji Sûriyeyê tîni gundê Kuşakli yê ser bi navçeya Reyhanliya Hatayê pêkanî. Gundê ku ji aliyê gelek leşker û wesayîtên hate dorpêçkirin, di navbera leşker û gundiyên nexwestin mazota xwe bidin pevçûn derket. Kasibkarên ku nexwestin bîdonên mazotê bidin leşkeran, di demjimêr 05:00’ê sibehê agir berdan bîdonan. Di pevçûna rûdayî de yek jê çawişê pispor 3 leşker û di nav de zarokek jî heyî gelek kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê û li gundê Kuşakliyê jî leşkeran operasyon da destpê kirin.
Hate ragihadin ku, ji bilî wesayîtên leşkeran gelek ambulans û îtfaye jî veguhestin gund.