Li Hatayê bidirêjahiya şevê pevçûn
Li Hatayê bidirêjahiya şevê pevçûn
Li Hatayê bidirêjahiya şevê pevçûn
Li Hatayê bi hezaran kes, ji bo bîranîna kesên di berxwedana Parka Gezî de jiyana xwe ji dest dane û bidaxwaza kujerên wan derxînin hıolê xwestin ber bi Walîtiyê ve bimeşin. Lê belê piştî ku polîsan destûr neda meşê û êrîşî girseyê kir, pevçûna rû da û di pevçûnên ku demek dirêj domkir de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
Li Hatayê 10 rojên dawî gel ji bo xwendekarê Zanîngeha Anadolû yê li Eskîşehîrê Elî Îsmaîl Korkmaz ku di encama protestokirina bûyerên Parka Gezî de hate qetilkirin li ser lingane. Bi hezaran kes şevê din ji bo bîranîna kesên di berxwedana Parka Gezî jiyana xwe ji dest dayîn û bi daxwaza kujer bêne dîtin, xwestin ber bi Walîtiyê ve bimeşin, bûyeran rû da.
Bi sedan kesên li ser rêya Gunduz ya Taxa Armûtlû hatin gel hev sloganên “Herder taksîm herder berxwedan”, “Îsmaîl Korkmaz û Abdullah Comert bêmirine” û “Hikumet îstîfa” avêtin û ber bi Walîtiyê ve meşiyan. Li ser rêya ku polîsan bi wesayîtên zirxî bend danî bû, bi hezaran kesan jî bi konteynerên gelaş, kevir û daran bend avakirin. Piştî ku polîsan anonsa belavbûnê kirin jî, girse belav nebû polîsan bi bombeyên gazê û mermiyên plastîk êrîş kir. Girseyê jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv da polîsan. Pevçûnan nêzî 5 demjimêran dom kir. Di demjimêrên direng de girse belavî nava kolanan bû, her wiha bi belavbûnê re pevçûn bi dawî bûn.
Di pevçûnan de gelek kes û polîs birîndar bûn, hate hînbûn ku gelek kes jî hatine binçavkirin.