Li Hatayê 4 leşker birîndar bûn

Li Hatayê 4 leşker birîndar bûn

Hat ragihandin li Hatayê gule li yekîneyeke leşkerî ya li dewriyê digeriya hatiye reşandin û di encamê de 3 leşker bi çekê û leşkerek jî ji ber ketiye erdê, birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, yekîneyeke leşkerên Tirk a li nêzî gundê Kiyigoren a navçeya Altinozu li dewriyê digeriya, rastî gulereşandinê hat. Di encamê de 3 leşker ji ber guleyan û leşkerek jî ji ber ket erdê, birîndar bûn. 2 ji birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê û 2 jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mûstafa Kemal.